✦
✒ ŞİİR

Mele Teres

Mele Teres

Mehmet Hacioglu · Şiir
Evan rojê eyînan
Gelek bi hirs î mela
Bi van gef û nifînan
Ji Reb natirsî mela

Yê dibîne rewşa te
Cib û rih û şaşa te
Tên rûdinin hewşa te
Dibên tu xews î mela

Dilê te ne tahir e
Di we`zan de zahir e
Wekê gov û axur e
Jengar û pas î mela

Dema rûdnî l`minberê
Vedikî tu rûpelê
Bi fermanên Enqerê
Gelekê nehs î mela

Ewê ol kirî maşe Da
dest te ev meaş e
L`te sûwar dibê, waşe..!
Ji vê bêbehs î mela

Xweda çi ferman daye
Vekirî eşkera ye
Veşartin boy pera ye
Dêzekê xas î mela

Bi pirtûkek Latînî
Cem`etê dixapînî
Nîfaqê tu diçînî
Şubhê garis î mela

Dibên we`zê wû coş in
Li cem min pûç û boş in
Sedem pir tûj û toş in
Cûzan û das î mela

Gelek nîjadperest î
Te kêr gehande hestî
Ji dil dibêm ne b`qestî
Nizam çi cins î mela

Te dil dagirt ji kînê
Bê çek dirêjî xwînê
Tê biqeştî ji jînê
Tê pê bihesî mela

Te girt alyê zaliman
Berda rêya aliman
Di dojê da gel Haman
Wê tu bireqsî mela
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.