✦
✒ ŞİİR

Rojekê

Rojekê

Sebrî Vural · Şiir
Di bihara de weke berfînek bêmiraz
Û
Sewtek kelogirî me,
li nav lepên tofanên șevê de.
min bêdengiyên xwe, ji nav lașê westyayî serbest berdida,
Li kolanên șopên zarokatiya min û te, ne tê de.
Min bi darde dikirin xemên xwe,
li neqebên xatirxwestinek li texma xerîbiya ji mirinê wê de.
Ji ber tîna evînek qedexe, serê xwe didim ber siya êșên xwe.
Min dixwest bi zimanê helbestî,
Sûretê gulek sor xêz bikim li ber navê te.
Dibe ku ez rojekê bêwext! herim.
Lê belê darekê diçînim, ji xeyalên xwe
Ji bo ku lê-bilûsin çivîkên çavên te.

05/11/2017
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.