✦
✒ ŞİİR

Sone 116

Sone 116

William Shakespeare · Şiir
Bi min be, hevseriya kesên bi dilê dilsoz
Çavnasê berbestan e; ew evîn ne evîn e,
Heke guherîn peyda kir, ku li berê bû toz,
An jî tewiya li ber rewşa ku revê tîne.
Ax na, ew nîşaneyeke ku her tim qayîm e,
Sîng dide ber bahozan, nalerize çu caran;
Stêrka her belemeke bêrê timdayîm e,
Berziya wê nas e, nenas e nirxê bi baran.
Evîn naxape bi Demê, lêv û dêmên gulî
Ku bên jî bi pergala dasa wê ya devxwar re;
Evîn naguhere bi kat û hefteyên xwelî,
Heta ber qiyametê jî her û her dihere.
Heke ev şaş be, yekî rabû ji min re çespand,
Ne kesî çu carî hez kir, ne jî min nivîsand.

*Wergêr: Kawa Nemir
*Çavkanî: Hemû Soneyên William Shakespeare, r: 285, weşanxaneya Lîsê.
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.