✦
✒ ŞİİR

Sone 58

Sone 58

William Shakespeare · Şiir
Xwedê di sêrî de ez kiribim bendeyê te,
Qedexe be nebêm li kêfa te bibim serwer,
Ku bêriya hesabê deman dabe destê te,
Ez kiribim xulamê te, da tu betal bî her!
Lo bihêle olamkêşê te, xulamê te bim,
Girtiyê nebûna serbestiya te, xem nake,
Sebirkêş û sernerm im, dê li ber destê te bim,
Tawanbar nekim dilkeviriya te, xem nake.
Tu her li kê derê bî, tu xurt î, destûrdayî,
çawa bixwazî, wida dadigirî dema xwe,
Te çi bivê, dikî, nabêjî, kê destûr dayî,
Heke nebe, bi xwe bibûre li tawana xwe.

çu xem nake, ez ê bipêm, payîn dojeh be jî,
Li kêfa te negirim, xweş an jî kereh be jî.

Ji ingilîzî: Kawa Nemir
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.