♫ ŞARKI SÖZLERİ
Hesenîko
Hesenîko
Egîdê Têcir · Şarkı Sözleri
Hesen qurban, de Mûradê avê sare,
Herê Xwedê çirpiyê dorê bûne dare,
Çirpiyê dorê girt hesaro.
Wez ê xizêma zêr cotê bazina hespê Hesenîkê xwe ra bikime sol bizmare,
Wez ê rextê reşguliya hespê Hesenîkê xwe ra bikime doxhevsaro,
Waxta Hesenîkê min î kawî kubar diçe welatê xeriba,
De bira nevêjin çi siyarekî, bêpergalo, delîlê Asê,
Hesen qurban, li Mûradê mala weye,
Wez ê vê sibê Xirbo bişinime xanê maliya weye,
De bira roviyê reş bê pêşiya,
De belkî reşê şevê ber derêyo,
De belkî kara xwê ser da bêyo,
Wez ê destê Hesenîkê xweyê kawê kubar bigîrim bîbime ser malêyo, delîlê Asê.
Hesen qurban, wexta malê me li zozanê jor danîbûn,
Minê te va qewlê qeyar hev ra dabûn,
Wexta Hesenîkê min î kawî kubar çû welatê xerîba,
Awqas defterê me ketine Çemê Muradê, soz qirarê me betal bûn, sal zeman e.
Hesen qurban, hîveron e lo gundiyê ker e,
De tu ser xaniyê me megere,
Herê Xwedê kêran çam e, lo berdiyê der e,
Kafirê Xirbo tekîn e wê te bikuje,
Were mala xwe bar bike lo ji vir here.

Değerli Ziyaretçilerimiz..
Web Sitemize Üye olarak.. Kendinize ait veya Sevdiğiniz Şair Sanatçıların,Şiir Ve şarkılarını Paylaşabiliriniz.
Siz değerli üyelerimiz için Özel Yapılan Panelde içeriklerinizi Konrol edebilir Beğendiğiniz şarkıları şiirleri Favori Listeleri oluşturabilir Paylaşabilir ve Diğer Üyelerimiz ile Sohbet Edebiliriniz.
Web sitemizde Sıkılmayın Diye.. Oyunlar Bölümü Ekledik Oyunlar'da ister Tek başınıza ister Online Diğer üyelerimiz ile Oyunlar oynayabiliriniz.
Üye panelinde Sayamacağımız Kadar Özellik var. Üye olun ve Görün.. :)
Destediğiniz için Şimdiden Çok Teşekkürler.
İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.