Şarkı Sözleri, Şiirler,Şairler, Lokmandemir.com.tr
♫ ŞARKI SÖZLERİ

Ker û Kulîlk

Ker û Kulîlk

Egîdê Têcir · Şarkı Sözleri
Heyê hey wî wî, hey wî wî, heyê,
De bira Emer Axa xêrê nevîne,
De bira dergûşa kurîn ber hembêza xwe nevîne,
Genim biçîne, zîwanê dewsê helîne.
Ax de wê çawa xwarziya ser xala da dişîne, şerê xal xarziya girane e,
Notila derdekî bê derman e, hey wî wî, ax hey wî wî, şêrê min nezan in ne
bîlan in, hey wî wî.
Ax hey wî wî, Emer Axa, mesrefeke giran datîne êla Kîka Mila dicivîne,
De wê fîncana qawê ser taxima zêrîn datîne,
Divê kê fîncana qawê bîne, wê here Bêcanê Erebîstanê bîne Perîşanê xwe ra
bistîne,
Hey wî wî, hey wî wî, ax hey wî wî hey wî wî.
Werdê go Kero, lawo, herg e dilê mi, herg e hey lo lo lawo herg e, dilê mi herg e,
Ax wez ê zanim Kulikê min ê meydanê, kuncikê şeke kerî piştê rê veke,
Hey wî wî, ax hey wî wî, hey wî wî, şêrê min nezan in hey wî wî.
Kero go dayê, han e bi mi hane, herê dayê hane bi mi han e,
Ax bes e mi xeman danane, minê kevirê çaqmaqa te aniye koka biran e,
Minê yek êvişandiye seva loman e, bira nevêjin Werdeka dê bê xwe ye, bê
xwedan e,
Hey wî wî, hey wî wî, hey wî wî.
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.