Şarkı Sözleri, Şiirler,Şairler, Lokmandemir.com.tr
♫ ŞARKI SÖZLERİ

Sincarê Talo

Sincarê Talo

Egîdê Têcir · Şarkı Sözleri
De lê yeman lê yeman,
Evdalo çemê Payê tê ser me ra dimilmilî,
De wê wade wade ser Behra Wanê re difetilî,
Xelqê vê biharê ketiye derdê xwe mal halê dinyayê,
Wez evdala Xwedê ketime derdê xwe Sincarê Talo, wê divê yeman, lê yeman,
lê lê yeman
De lê yeman evdalo,
Mi go çemê Payê tê ser me ra, lemelem e,
Wêrana Payê tê ser me ra, lemelem e,
Îro sê rojê min e ber ketime rê nade me,
Wez ê bextê bi te da me,
Qeyd çîdarê dar giran in, lingê Sincarê Talo veke,
Wez ê tejî kuliya hildim konê erebiya, herime cem e,
Lê yeman, lê yeman, lê lê yeman.
De lê yeman, evdalo, mi go hîv e hîv e wê bi ron e,
Hîv e dilê mi evdalê ra hîveron e,
De çira konê bavê mi da dişixule, hemû don e,
Wez ê bextê bi te da me,
Qeyd çîdarê dar giran in, lingê Sincarê Talo wa di ber de,
Tilî û pêçiyê mi evdalê maşiyane ser şirîtê pêşî kon e, yeman,
Lê yeman lê yeman lê lê yeman.
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.