✦
✒ ŞİİR

Bê Lebê Lelî Mela (Çi Hez)

Bê Lebê Lelî Mela (Çi Hez)

Melayê Cizîrî · Şiir
Bê lebê le`lî Mela min ji meya ali çi hez
Suhbeta tê nebitin yari bi her hali çi hez

Qedehek bade bi destê xwe li qelbê me birêj
`Aşiqê soxîte bê ateşê seyyali çi hez

Ne ku wek teyr ji mujên te bibarin peykan
Ji birînên di dilî şubhetê xirbali çi hez

Hezz û lezzet me bi `umrê xwe di `işqa te nedî
Hem bi van derd û xeman zêde tu îsali çi hez

Husn û sur zatî nebit cezbe li dil dit mehbûb
Me ji zulf û xet û xal û qedê meyyali çi hez

`Ilmê `işqê but û latan bi rîwayet nabitin
Qederek hal ku nebit şubhetê her qali çi hez

Bedewî paki çi kit feshetê meydan ko nebit
Mustmi` guh nedirit mutrib û qewwali çi kit

Durrê nasufte dibêjim ji lebê le`lî Mela
Ger rewanbexşi nebit nezmê ker û lali çi kit

*Li gor çapa Nûbiharê hate serastkirin. Dîwan Melayê Cizîrî, Çapa Sêyem, 2010, Nûbihar.
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.