✦
✒ ŞİİR

Bîranînên Birîndar

Bîranînên Birîndar

Krîstîn Ozbey · Şiir
bîranînên min ên biteremayî
niha di hembêza
kîjan rebena
ku dibêje qey tu jê hez dikî de
qîreqîr dikin
êdî tu nivînên ku
bi helkehelka pevşabûnên şên şil bûne
nikarin te şa bikin
tu dizanî
bîranîn carna mirov birîndar dikin
birîndariyeke bêdawî
ya ku xwîn jê ziwa nabe
tu li benda dilopa dawî dimînî
lê tu nizanî
mirin bixwe ye
dilopa dawî
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.