✒ ŞİİR
Roja Dawî Ya Minminîkekê
Roja Dawî Ya Minminîkekê
Krîstîn Ozbey · Şiir
tu jî here
xem nîn e
jixwe ji temenê minminîkî du roj çûn
ma rojek
bixwazî nexwazî wê derbas bibe
wê tîna ku te di destê min de hişt
wê têra roja mayî ya emrê min bike
biçe
dizanim, tu wek ava çemên har î
nikarî di gola dilê min de bisekinî
xem nîn e, ne xem e
çewa be, ez berî te jî evîndarê tenêtiyê bûm
çewa be tenêtiya min li benda min e
wê tije bike gola dilê min e
dilê min e dilê min
dilê min şer dike li hemberî min
*Bi destûra helbestvanê ye.
xem nîn e
jixwe ji temenê minminîkî du roj çûn
ma rojek
bixwazî nexwazî wê derbas bibe
wê tîna ku te di destê min de hişt
wê têra roja mayî ya emrê min bike
biçe
dizanim, tu wek ava çemên har î
nikarî di gola dilê min de bisekinî
xem nîn e, ne xem e
çewa be, ez berî te jî evîndarê tenêtiyê bûm
çewa be tenêtiya min li benda min e
wê tije bike gola dilê min e
dilê min e dilê min
dilê min şer dike li hemberî min
*Bi destûra helbestvanê ye.
İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.