✦
✒ ŞİİR

Selata Evînekê

Selata Evînekê

Krîstîn Ozbey · Şiir
guhdar bike
ji dilê bêdengiya sibehê
dengek ji kûr de tê
guhdar bike
ev dengê selata evîna me ye
her sibe tê xwendin
rabe destmêja xwe bigre bi rondikên çavên xwe
ku tu ji kerba mirî
qet nebe bê destmêj neçe dinyaya wî alî
ku tu ji kerba nemirî
tu yê biçî
du rikat nimêja xwe
li cîhê veqetîna me bikî
xêra xwe dia ji min re bike
ji bo ku careke din
ewqas ji kesî hez nekim
û herroj nemirim
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.