✦
✒ ŞİİR

Çîn Çîn Kirin Zulfên Siya

Çîn Çîn Kirin Zulfên Siya

Melayê Cizîrî · Şiir
çîn çîn kirin zulfên siya
Kesketlesa dîba qeba
Êdî nişan nabin xwiya
Têkil kirin lazim şeba

Min dî şeba dayê seher
Madarê bedrê kir du ker
Qews û qezeh jê hate der
Dîsa bi zulfan ra teba

îro ji me l’bedra temam
`Enberfeşan bin sed selam
Ey hudhudê şîrînkelam
Ehlen we-sehlen merheba

Min dilberek wek dur heye
Mehbûbê şîrînsir heye
husn û cemalek pir heye
Belqîssifet mesken Seba

şox û şepala meyperest
Ew zalima hişyar û mest
Vê nameyê xef dê vi dest
Fî teyyiha neşru n-neba

Bêj` ew şirîna surperî
Durdaneya ez muşterî
Kan` `ehd û peymana berî
Bêfayde çûn şubhê heba

Me divê periya dilberê
Lê hê li uslûba berê
Lê kifş bibîte ji pencerê
Bê û biçit teşbîhê ba

Dilber mecala name dî
Nasî ko nîşana me dî
Nûnek muxalif tê nedî
Hel qelbuha nehwî şeba

Neyşekera spî dest û zend
Zanim mecala name xwend
Lêvan tebessum kir ji qend
Maset ke-banin fî ruba

Qaşid bi meqşûda me hat
Ba mujde û emr û berat
Nîşan hinarin hem xelat
şehzadeya gulgûn qeba

îro mecal lê hat û wext
Dîsa ciwan bû min di rext
Ew lami`a dayî ji text
Ma kane berqen xulleba

Selwa rewan zerrînwereq
çîçek Melê dîn sed neseq
Yaqûtuha yehki ş-şefeq
Yehkî `uqûden kewkeba
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.