✦
✒ ŞİİR

Deyn Dike Ji Rûyê Te Hîv

Deyn Dike Ji Rûyê Te Hîv

Selahedînê Gimgimî · Şiir
Deyn dike ji rûyê te hîv û roj şuleyê nûr
Ji zulfan şermende ye tûncik û keziyê hûr

‘Erzz' neke canê min xunçeyê dev ra bi gul
Ta ku nebe her wekî bulbulê şeyda bi şûr

Ger bibîne baxzvan bejna te yê nazenîn
Dê çewa bê ‘eqlê wî serwê rewanê stûr!

Wê çewa dûr be ji min ‘işqa te yek lehzekê
Kesî diye ji ‘erez cewher be lehzekê dûr

Bulbula min purs kirî ji pîrekî, çî ye ‘işq?
Gotî ew e Suleyman, ‘eqil li bal wekî mûr

*Ji dîwana wî Derdê Welat, r: 122, 2018, Nûbihar
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.