✦
✒ ŞİİR

Di Dest Da Yengiyek Nûbar (Ebrû)

Di Dest Da Yengiyek Nûbar (Ebrû)

Melayê Cizîrî · Şiir
Di dest da yengiyek nûbar-i min dî ew keman ebrû
Li bala cedwelek cebbarî lê da hemqiran ebrû

Ko heq ev herf û xet kêşan li talayê me derwêşan
Du qewsan goşe lê badan we ser peyweste man ebrû

Te dîdarî te reftarî te elmasên şekerbarî
Bi `eynê rê li ser şadan du nûn reyhan numan ebrû

Bi hemdi l-lah bi feyrûzî li wechê dilberê min dî
Ko mahê nû nişan min dan li taqê asiman ebrû

Te`ale l-lah nişan dane bi husnê ev neseq dane
Ji neqş û şen`etê heq ev nişan çeşm ev nişan ebrû

Ji re`na nêrgizên şehla mecalê hemqeran bînim
Hezar remz û işarat in ji wan qewsên çevan ebrû

Mela dil têk te peykan in ji mehbûban me nîşan in
Kemandarên di xeddar in di birca esmeran ebrû
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.