✦
✒ ŞİİR

Saqî Tu Nû Ke Badeyê

Saqî Tu Nû Ke Badeyê

Mehmet Hacioglu · Şiir
Badekê dagire saqî
Ji şereba reng ku lêv e
Ca ez noşim wê bê ber çav
Li paxla yar du heb sêv e

Xwedyê sêvên nûhildayî
Dûr ketiye saqî ji min
Nehiştiye l`ser ti hidam
Jana wê xwe daye nêve

Jana wê şubhê du qenca
Xwe avêştne mêlakê min
Dikin biryan hero carek
Canê bêrûh didin wê ve

Saqî nû ke tu badeyê
Naçe ji bîr seydayê dil
Êxsîr mam nav tora xema
Nizanim ey biçim kê ve

Dest min de ma hestek sêwî
Xêz nakim bo eşqê rista
Tev helbesta l`ser firqetê
Ey binvîsim ji nû pê ve
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.