✦
✒ ŞİİR

Wey Malîno

Wey Malîno

Mehmet Hacioglu · Şiir
(Bi zimanê dayikeke ji Sûrê)

Singa Sûrê mislê serad
Kun kun bûne kevrê berad
Xezeb ketye li me şeddad
Ey çi bêjim wey malîno ?

Kanî dad ma Sûr qefes e
Me d`kujin kes pê nahese
Xudanxêrek nabê bes e
Ey çi bêjim wey malîno ?

Tune rêçek herder girtî
Dorpêç kirne destê xwirtî
Me hal ev e hema b`kurtî
Ey çi bêjim wey malîno ?

Ev demsala sar û dirêj
Nav mala pûtînê qirêj
Kûştin kalo li ser nimêj
Ey çi bêjim wey malîno ?

Me çi kêşa j`dest romîyan
Ew celladê sêmehiyan
Çendek mane l`ber deriyan
Ey çi bêjim wey malîno ?

Hûn zêr in ma qey em tûç in?
Bo çi gûhê we l`me mûç in?
Ji neçaryê mal dikoçin
Ey çi bêjim wey malîno ?

Kûçka sipî hatî ferman
Kolan girtin wan miherman
Birînê me nayên derman
Ey çi bêjim wey malîno ?

Mêrik li pişt perda dîn e
Qur`an di dest de d`hejîne
Bêaqilan dixapîne
Ey çi bêjim wey malîno?

Bêaqilê jê bawer kir
Ji bo me serî ranekir
Birînek jî wa l`me vekir
Ey çi bêjim wey malîno?

Bêxwedî û bêserdar in
Jiber vê em giranbar in
Ber dîwaran hertim jar in
Ey çi bêjim wey malîno?
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.